✦
✒ ŞİİR

Di Pêsîreke Teng De

Di Pêsîreke Teng De

Fatma Savci · Şiir
Ew strana te ji çiya re xwendibû dengêni li mirinê
Zanim bayê şîn li te tê , li wê sertarê çiyê , xwîn bû co,
ez sexî nakim te destevala bihêlim
Hespa te ya gewreboz li ser kaniyê ma bi heyvê re,
sebra min bi dengê bilûrê tê, wexta meyla te dikim,
newe niha qelsemêr li şêwrê ne
Dilê xezalan kêl in ji goran re,
bûkên salê piştê dispêrin qama tivingê
û êvaran bi dizika dibişkivin ji wan kulîlkên Behîvê.
Welat di pêsîreke teng de ye, nizam tiştekî din bikim,
ji dervî ku beşera xwe li eşqê xweş bikim.
Li ser xwîna te di xew re naçim, bayekî nedeykirî me,
dûrîdest im li axir zemanan.

*ji pirtûka wê hatiye deşîfrekirin
**Danê Baranê, r: 46, Avesta, 2018
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.