✦
✒ ŞİİR

Dilê Çar Par

Dilê Çar Par

Miraz Ronî · Şiir
Bi fixan û hawar e dil
Sing sêla sor tev ar e dil
Sed derpan birîndar e dil
Ku îro dil çarpar e lo

Parek dil nik Ronî ye çû
Parekî Dara bir li dû
Parek li rik hêrsan disû
Yek li min dîn û har e lo

Van xayînan, van nemerdan
çendî egît li me der dan
Ey bjîşkê jana kurdan
Min hinav tar û mar e lo

Birîna min çendî kûr e
Lehiya xwîn jê difûre
Li ser gerdena min şûr e
Gelo mirin çend car e lo?

şêr di qefes di zindan e
Gur dizûrin li meydane
çi bext e ev çi dewran e?
Felek ev çi bazar e lo?
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.