✦
✒ ŞİİR

Dilê Min Îşev Li Min Gilî Kir

Dilê Min Îşev Li Min Gilî Kir

Mîtan Şareza · Şiir
"Dîdarên pakîya rewan
Zîldana peyvên herî hêja û kibar
ku bibin rêwîyê rêya we yê bi kêrî tiştekî neyên
lê navên gelekan di janên jehrdayî de qusîyan"

Dilê min îşev li min gilî kir
Ew ê werin ronahîya çavên min
dilop dilop hêsirên min ji min bidizin
Ew ê werin di tarîbûna bîrên neyarî de
li hestîyên laşê min bigerin

Dilê min îşev li min gilî kir
Ew ê werin xerabîya evîndaran di guhên min de biqîrin
û wê ciwanîya min pêşkeş bikin
Wê bifiroşin bi erzanî

Ew ê werin bang kin pîreke lal û bêziman
Awirên wê wekî birûskên neçarîya zarokekî bihêrs
û wê pîrika hanê dergûşa dawîya jîyana xwe hêl dikir

Dilê min îşev li min gilî kir
Ew ê êgir berdin wêran bikin
helbestên jîyana feqîr û parsekayî û kûçikayî
Ew werin leşkerên barbixwîn biajon ser kesera min
Dilê min îşev li min gilî kir

Rabe looo!
Mezelên pênivîsa evîndarên dilşewat
Bi pelandina destên kor bibîne
Ew ê werin toz û dûxanê li me hilê
di wê mêzîna belengazîyê de
Erê... rast e, dilê min îşev li min gilî kir
Ew ê werin temaşe bikin nêçîra şevên bêbext
Xelasîya xewneke derewîn
Erêêê, Erêêê
Erê dilo
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.