✦
✒ ŞİİR

Dilo Jaro

Dilo Jaro

Sebrî Botanî · Şiir
Bibim gorî cihê ew lê
Ne carek lê hezar carî
Tilsima ser devê min e
Ronah’ya jîna tarî

Rêl û kaş e evîna wê
Bi neynûka’ ez dikêlim
Ji mêj ve min vekolaye
Heta dimrim wê nahêlim

Jana evîna te gulê
çenda bêjim nayê gotin
Dinalînim şev û rojê
Dil û hinav li min sotin

şîn û şadî dikin cengê
Perîşan im di beynê da
Dilo, jaro, evîndaro
Gul mêvan e di xewnê da

Ken û girî nehêlane
şev û roj û dem û sal e
Di gel me ye salê carek
Tu Xudê dilo ev hal e
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.