✦
✒ ŞİİR

Dilo Yeman

Dilo Yeman

Elîşêr Qoçgirî · Şiir
Qoçgirî bo şer dest hilda
Deng li şerq û xerbê veda
Artêşek leşker hatibû
Têrê nekir ber xwe nade

Dilo yeman, yeman, yeman
çiyan kirto berf û dûman,
Mera bişin şahê Merdan
Ev dermane hemû derdan

Eşîretên Ovacixê
Welet girtin hemû cihê
Par ra hewar negihiştê
Hozatê destek nedayê

Dilo yeman,yeman,yeman
çiyan kirto berfo dûman,
Mera bişin şahê Merdan
Ev dermane hemû derdan

Artêşên kurdistana zer
Nehiştin barbar biçne ser
Ji bona welat dimirin
Naxwazin Moxolên şerker

Dilo yeman,yeman,yeman
çiyan kirto berfo dûman,
Mera bişin şahê Merdan
Ev dermane hemû derdan

Sondê dixwerin bi sêva
Bi Zulfîqarê Murteza
Par re têlan xef dişînin
Em tu car nabin eşqiya

Dilo yeman, yeman, yeman
Mera bişin şahi merdan
Ev dermane hemu derdan
çiyan kirto berfo dûman
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.