✦
✒ ŞİİR

Dilyarê Min

Dilyarê Min

Vînda Çelebî · Şiir
Dilyarê min
nizanim çima
her dema
tû nêzîkî hêlîna min dibî
baskên min nema dilivin.
Saweke sar
dikeve laşê min de
dest û pîçên min ditevizin
xuhdaneke mîna xunaviya havînî
li min dibare
Gurme.. gurma dilê xwe dibîzim
tenê evîna te
jîn dide min
Lê dilyarê min
her dema tû dûr dikevî
dilê min û çavên min
li dû tede bazdidin
Pirpirêkê evîna min
li dû roniya te difirin
bi alava jiyana te
yeko… yeko dişewitin
dilyarê min.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.