✦
✒ ŞİİR

Elî Rabe Weha Nabe

Elî Rabe Weha Nabe

Seyîd Eliyê Findîkî · Şiir
Elî rabe weha nabê,
Bi hîl û pîla çênabê,
Umir borî, mirin ha bê,
çira tedbîrekê nakî?

Ev e umrê te çil sal e,
Te ne milk e, ne pertal e,
Xwelî l’ser te qebir mal e,
De ka tê kengê peyda kî?

Heval çû ne, tu paş ma yî,
Dikin gazî: “çi ra nayî?”
Dibêjim tu nezana yî,
Ji lew guhdariyê nakî.

Tu zanî ko tu rêdûr î,
Gelo ma qey tu yê kor î?
Heçî hat û ji te borî,
Tu ranabî, lezê nakî.

De ka rabe, tu bes raze!
Xwe pêk bîne gelek taze,
Li pêş te kaş û efraz e,
Ji vê razanê şerm nakî?
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.