✦
✒ ŞİİR

Erê Canê

Erê Canê

Şevger · Şiir
Ma te nizanîbû ku dilê min
Bi hezaran hêvî himbêz kirin
Li dû kenê te
Ma te nizanîbû ev bîst sal
Nû ken bi lêva xweş bûbû
Mane te digt:
Ezê te mîna gulekê
Di bihara dil de biçînim
Bi fermiskên tijî evîn
te av bidim
Mane te digot:
Ezê mijankan li dor te
Biperde kim
Ezê te ji bayê kur biparêzim
Mane te digot:
Di landika evînê de
Ezê te bilorînim
û êşan, bigorî keseran kim
û keseran,
bi agirê hezkirinê bişewitînim
Cana min mane te digot:
Mane te digot….
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.