✦
✒ ŞİİR

Evîn=Name

Evîn=Name

M. Zahir Ertekin · Şiir
Ya me risteyên dawî yên sermedî ne
Çiqas ku tê nivîsandin ewqas birîna kal dorpêç dike
Ku dicoşe ji dil re dibe seyrangeh…
Çiqas ku di‘edile/pêwerdibe baskên xwe li hev dide
Ji ber ku risteyên dawî yên sermedî ne
Deng û rengê evîna me…

Tîbûnîyê li alîyekî bihêle ajdan
Alîyên xwe yên hewayî, avî û axî biçine/bineqîne
Qurt bi qurt ebedê kîte bike û bimêje
Tilîyên ebedê ku her ebed e
Ji ber ku risteyên dawî yên sermedî ne
Deng û rengê evîna me…

Bi dilê xwe bide vexwarin
Ewê ji agir vedimale
Şebnemên ku dadikevin çavên te ne
Yên ku dirêjî ebedê her ebed dike…
Ji ber ku risteyên dawî yên sermedî ne
Deng û rengê evîna me…

Risteyên îlahî fêrî bilbilan bike
Bila êdî tenêtîyê bes binehwirînin
Çawa ku minminîk xwe davêjin êgir
Termên ebedê bixe naveroka jîyana xwe
Û bavêje nava dilan
Bila bi xîret be
Ji ber ku risteyên dawî yên sermedî ne
Deng û rengê evîna me…
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.