✦
✒ ŞİİR

Ew e Yara Min

Ew e Yara Min

Helbestên Komî · Şiir
Ew e yara min
Êş û sebra min
Nadim ti kesî
Ew e para min
(Soran)

Ti kesî navim
Na b`Xudê navim
Min gulek bese
Ew hedara min
( Qaso )

Delala min e
Xezala min e
Nazik û ciwan
Ew kubara min
(Soran)

Ew gulhinar e
Hem nûbihar e
Çîçeka nêrgiz
Zêrguhara min
( Qaso )

Dilê mi l`ser wê
Mirî me j`ber wê
Hem par û îsal
Hem pêrara min
(Soran)

Kiras xemrî ye
Eyn ew perî ye
Dilketyê wê me
Kofîxwara min
( Qaso )

Roj û şeva min
Heyv û tava min
Mal û xanî ye
Hem sitara min
(Soran)

Ez evîndar im
Hetta dikarim
Ez ê bibêjim
Ew e yara min
( Qaso )

21.10.2017
Amed, Dîlok
*Soran Amed, Qasimê Xelîlî
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.