✦
✒ ŞİİR

Ez Memê Me

Ez Memê Me

Bahadîn Robar · Şiir
Tu muhbet û qibleta min î pak û pîroz
Ez rêwî û sêwiyê te me şeb û roz
Hecî û tewafkarê bedena te me
Tu Xec î, tu Zîn î dildara dilsoz
Ez dara eşq û evînê me dil ligel
Birca Belek û mekanê Melê me
Kulmal im, diltalan im bêdexel
Ez Siyabend im, ez Memê me.
Tu roj û heyv î, lê tim winda yî li min
Şev û rojan ronîdar î li min xafil
Tu Şîrîn û Leyla yî, lew agir î li ser dil
Ez sêla sor im ku herdem agir li bin
Tu Avesta, Mishef û Qurana min î
Ez max û qewal û melayê te me
Tu Cûdî û Sîpan û Zagros î
Ez murîd û Mecnûn û Keremê te me.
Tu erd û asîman û bax û bihuşt î
Ji navê eşq û evînê welat û sirûşt î
Ez Cegerxwîn û Dilbirînê kulmirad im
Tu evîn û jîn û Gulîstana singserad î

*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 53, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.