✦
✒ ŞİİR

Firîşteyên Çavên Te

Firîşteyên Çavên Te

Evîn Şikakî · Şiir
Her ku ez
Nêzîkî çavên te dibim
sînor diherifin

li nîvê xwe yê germ
digerim
xemgîniya min
ji refên keseran
difirin
rojhelatek ji bîhna te
xwe li bejna min
dixemilîne
min derbasî
sibehên çav fireh dike.

her ku ez nêzîkî te dibim
firişteyên bêdengiya çavên te
bi hezar zimana dibêjin:
dînê....
min bêriya te kiriye,
di oxira hestên birîndar de
xunavek
hûrik.... hûrik
ji ramûsana
li min dibarînin

her ku ez karê
nîgarkêşiya dîmenê te dikim
pênûs ji min
direvin
helbest şiyar dibin
şevên bê hêvî cankêş dibin
destê min karê
gulvedanê dike
xewnekî gugulî
ji min û
çavên te re diafirîne...

*Çavkanî: Helbestên Bijare ên Evînê, Hawar Pirtûk.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.