✦
✒ ŞİİR

Florîna

Florîna

Yeqîn H. · Şiir
Florîna
êlîna razan e hendefa awirtîr
li rex pêlek gobilîn dîlketî
kela`m lal
êşa`m delaaal delal

sirrek bareşa mirrek bidoşe
ji çiçikên qedîmiya Vîtoşe
gulokek berf pê bide floşê
janê ranijîne xemdoşê
xemrevîniya azadiya Mîtka dilderizî
-êş havênê nijinandina kulîna kulên kul-
Florîna
bi jana lareşê ye lorîna rewrewkê
li bişirîngehên kavil
ken werzeke wenda
keçên porkurîşk gulîbirr in
-porê serê te kur be bi diwazde meqesan sêzde kêran-
nimîniya bedewiyê noqavî zeryayên girrekî
sebrikê -nermik nermik- bilorîn
û
ji qedera me`r bistrê Florîn
bistrê stranên ji rengê xakên xwelîsor
û
em xwelîser

adar-avrêl 2001, Bukreş-Mêrsîn
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.