✦
✒ ŞİİR

Gorî

Gorî

Bro Omerî · Şiir
Ez ji ser xwe dikim eda
Ji bona te dikim feda

Xwîna di can de digere
Ji bo barbar ser te here...

Dagirker li ser sînga te...
Dûr xistime ji eşqa te.

Her çav li rê wekî Zînê
Nexweşa jan a evînê...

Benda te me keça delal!
Tu were em bibin heval

Biçin li nav bax û gulan
Daweşînin derd û kulan.

Bin dara Sêva Êzeran
Bi tebatî û bi hedan

Têkevin eşq û xeyala
Em bifirin dûr û bala...

Tu gorî dixwazî eger?
Amade me, bi xwe bawer;

Di ber te de Bro Omerî
Gorî dike can û serî.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.