✦
✒ ŞİİR

Gotinên Ku Li Rêbûriyê Hatine Gotin

Gotinên Ku Li Rêbûriyê Hatine Gotin

Kawa Nemir · Şiir
nikarim berdim geşta li etleza helbestê ya razbar
her jiyîna veşartî her bi wî awayî
kedera çolistanê kesera avê
xezalên mirî
li miyandawa peyvan a dilê min
digihên şopên xwe
peyveke kevin berkeniya maran e êdî
berkeniya qerisî peyvek e li rêbûriyê hatiye gotin
- kesera ku nayê berdan
paşê
bagera ji ber xwe mayî
didî bi pêşnumaya nexşeçolistanekê -

tê digihîjî tu têk çûyî
dibî katibê şopên xwe
qesasê serê kelaxên peyvan
çolistana li nava te vediguhere obsîdyenê
dimirin xezal
berdidî dev ji
yên ku tu nikarî dev jê berdî

1 Kewçêr 1996 / Stenbol
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.