✦
✒ ŞİİR

Gulîzera Min

Gulîzera Min

Fêrîkê Ûsiv · Şiir
Gulîzerê, dengê te tê ji êla dûr, wa bi kurdî,
Kubira delal, seda şîrin ez helandim li vî erdî,

Seda te tê, gendî mîna deng û seda gozel kewê,
Dengê te bye teyredeke - perwaze li nava hewê.

Dengê te tê, dixulxule mîna avek kaniya zelal,
Hezar-hezar kurdê cahil li te mane heyr û metal.

Gulîzerê, tu dibêjî: "Hergê dila dil hebandiye"...
Tu çi zanî, te li vira dilek ser xwe nehelandiye...

Gulîzerê, tu li wira distirêyî: "yar gul, yar gul. . ."
Tu çi zanî yek li vira ser te nebûye şarur-bilbil.

Gulîzerê, ez heyrana seda şîrin, te wî dengî,
Dengê teyî ezîz şede, ez li ser te bûme bengî. . .
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.