✦
✒ ŞİİR

Gulzar

Gulzar

Dilawerê Zengî · Şiir
Gulê rabe dereng e, bilbil hatine baxa
Seranser wan yelê şîn,li ser gulyên van şaxa
Ji dîdara te gulê, dil û can dan ber daxa
şerger in tev têne ref, bi qîr û zar û zaxa

Rojê li me daye der, bişkivîn nûke xarê
şîne reng û sînemî, gulê rewşa biharê
Xunçedev erxewanî, gezo bi lêv sûxarê
Tav û şeveq ronahî, zemzelîk şoz ji darê

Xuşîn di baxî de ket, bi firîn û perwaza
Bi kuling û dar e ser, cenga bilbil û baza
Bû şerê şalûr bi fir, ta qumrî û bi qaza
Ziyan ji hev pir kuştin, bûne şîva beraza

Ger serxwebûn ne bînî, jîna bihar ne jîn e
Bilbilê mest xak e ser, gula bê xar ne şîn e
Dem û çaxê cengê hat, sîn di baxê te şîn e
Ne kundê serê kavil, ne kuştina bi kîn e.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.