✦
✒ ŞİİR

Heke Bêyî Te Bim

Heke Bêyî Te Bim

Mîtan Şareza · Şiir
"Banê min ji baranan re mazûban e
û diniqute ji kerbê re şevên min."

Heke bêyî te bim
ser jê dikim ji dasa demê
hemî simbilên li ber bayê zayîna evînê
ên ku li pê şopa kulên xwe dikevin

Heke bêyî te bim, derdikevim derveyî hebûna
ku te ji min re kiriye mîrat
dibim fîstanê dînekî
ji helbestên xwe jî bi wê de tir
qilêrî, birçî û bi girî

Heke bêyî te bim
Carinan ji hêrsan be jî
hemû peyvên min î ji bakurê bêrîkirinê
min dike mindalekî ji bayên te stûxwar û evdal

Heke bêyî te bim
qijnikeke aramîyê ji goşt û laşê min vedixwe
taya mirina te ya li min çong vedaye
seknên min êdî bêtebat e li vir

Heke bêyî te bim
çengek baqilîya min narije ji xêrê re
dibim gunehkarekî korfirsendê tirsehêza kemijî
û kefa qilêrî didim der
û ji bextê xwe re derbeder û penaber
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.