✦
✒ ŞİİR

Helbesta Hatî Înkarkirin

Helbesta Hatî Înkarkirin

Selamî Esen · Şiir
sê şûşe çay dicemide
ji bo pênç qulatok şekir
şekirdank ji tehliyê re avis e
ez tehliya avisê me
li ber sînemaya şilî û lehî
ji bexşandina Xudê dadirizin lîstikvan
min neke dewlet li serê xwe bûkê
firaxşo bi destê qatilan tên kûtîkirin
sobe dilewitîne rewnaqa gûsêtrikan
(bnr: kuştiyê pêxas, cehnima te kirî!)

li ber kolanên kaşî, “ey av û av”
rê diçe meydana gazên bombeyê
li taxa jêrîn zilamên ûrgenî di tiwaletê de gû dikin
kêf kêfa zivrîneka azotê ye
li ber pêlava min kevirên kavilan
kolîtê bêşevçirax im
şev şeva îllegaliya ramanan e
(n.e.: koç bike!)

êş kurtekurd in, êş têkel in
êş gumguma li ser sobeyê
dikele…
(n.w.: lê hêj serma dikim…)
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.