✦
✒ ŞİİR

Hewldana Evînê

Hewldana Evînê

Ferîd Xan · Şiir
Rabe
Ewrên ji nakokîyên çavên me kombûyî har bûne
Qedrê rêçenasan em bidinê û ji baxçê Ezraîl em gulan bidizin

Rabe,
Ji çavên xwe zeytûnên reş, ji selika xwe ya tije bihar
hezkirinên xweyî nekedîkirî bide min

Rabe,
Ji evînê re li mezheban bigerin em,
Li ser gustîlên ferîşteyan em ayetên dildarîyê binivîsin
û li kûderê... sermawêz zû nayê em biçin li wir vekevin

Rabe,
Delala ji çîyayên jînê areste
Xezala jan blûz û lê ye
Aramcana daxwazîyên bê mal

Rabe,
Payiz zû tê em ê zû bimrin...

*Çavkanî: Helbestên Bijare ên Evînê, Hawar Pirtûk.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.