✦
✒ ŞİİR

Hey Lawik!

Hey Lawik!

Rêdûr Dîjle · Şiir
-bo Xelil Brahim Oruç-

(Li her benderê çav, li wan çavên te yî behrî digerin)

hey lawik!
gidî gidî hay ji xwe hebî;
li wî cîwarê xap û xapînokan.
belkî (ne)evîndarê wan çavên te yî behrî,
di çaxê evînbaziya te de,
bi baqên gulê gonceyî te bikin şirîkê nefsa kotî.
tu zanibî: “Dinya mirareke xwestokên wê kûçik in.”

(hey lawik! Tu hîn gonce yî di bendika dil de)

belkî çend xwedênenas bi sûretê Xwedayî derkevin pêşberî te
û ji te re bi gotinên ayetî qaşo şîretan bikin.
gidî gidî! Tu bi wan nexapî,
mebesta wan dagiriya rê û rêwîtiya te ye.
ma ne bi heman tiştî bav û bavpîrên te jî mat kiribûn.
tu zanibî:”Dijminê bava ‘tu carî’ nabe dostê lawa.”

(hey lawik! Bila bi xembarî mêze nekin çavên te,
lîlan lîlan tu bûyî serîhildan)

hey lawik!
te agirek xulavî pêxist û pişko avêt nava dilê min,
bibore… helbest êdî te venabêje; lewra tu bêhempa yî…
lê tu zanibî: Berdêla azadiyê xwîn e,
civaka ku berdêlê nede peyda nake bedewê…
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.