✦
✒ ŞİİR

Ji Bo Hevdeman (ço)

Ji Bo Hevdeman (ço)

Sabah Kara · Şiir
Bavêje ji destê xwe wî çoyê ku tu
çiloyan dibirrî ji berxên xwe re pê
Pal didî ser hifza xwe dikî ser piyê xwe disekinî pê
Berxên xwe diçêrînî ji destê xwe bavêj
Ha can be navê wî ha canan be
Bavêje çoyê xwe j`destê xwe Mûsa
Dê daqurtînê werîsên sihirbazan tê bibînî
Bavêje j` destê xwe Mûsa wî çoyî
Da ku daqurtînê werîsên tankî û topî û tifingî
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.