✒ ŞİİR
Ji Min Nepirse
Ji Min Nepirse
Durust · Şiir
Ji min nepirse
Tu kiye?
Ez
Bê sihim,
Roka min miriye.
Ji min nepirse,
Tu ji ku ye?
Ez
ji çar nikarên welatim,
Lê bê cihe?!
ji min ne pirse
tu ji çiyhe?!
Ez
Ji çaxên windayî?
Penaberê dur mayî?
Helbesta tîp belayî?
Axek sor ne avdayî?
Ez
Sazvanê tilih weşyayî?
Wêneya çêkirî nexuyayî?
Mejiyê buha,
erzan dayî?
haj ji xwe nîne û razayî?!!!!
Ji min nepirse,
tu û tu û tu…..
Ez şevim, Ez girîme,
Birîndar û birçîme.
Li her derî me,
Li her cihî me,
Ketîme,
şikestîme,
Girtîme,
Kuştîme,
Tim gunehkar û xwînîme.
Ez
Bi êşê re hunandîme,
Ez
Avahiyek neqişkirî,
bi ser xwe de,
Hilweşîme.
Tu kiye?
Ez
Bê sihim,
Roka min miriye.
Ji min nepirse,
Tu ji ku ye?
Ez
ji çar nikarên welatim,
Lê bê cihe?!
ji min ne pirse
tu ji çiyhe?!
Ez
Ji çaxên windayî?
Penaberê dur mayî?
Helbesta tîp belayî?
Axek sor ne avdayî?
Ez
Sazvanê tilih weşyayî?
Wêneya çêkirî nexuyayî?
Mejiyê buha,
erzan dayî?
haj ji xwe nîne û razayî?!!!!
Ji min nepirse,
tu û tu û tu…..
Ez şevim, Ez girîme,
Birîndar û birçîme.
Li her derî me,
Li her cihî me,
Ketîme,
şikestîme,
Girtîme,
Kuştîme,
Tim gunehkar û xwînîme.
Ez
Bi êşê re hunandîme,
Ez
Avahiyek neqişkirî,
bi ser xwe de,
Hilweşîme.
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.