✦
✒ ŞİİR

... (Ji Min Pirsîn)

... (Ji Min Pirsîn)

Şikoyê Hesen · Şiir
Ji min pirsîn: "Çi hiz dikî
Li vê dinya kaw, nazikî?"
Min go: "Zarê me yî kurdî,
Ku miletê pirtî-pirtî
Dicivîne û dike yek,
Çiqas pir bin qezya û şek,
Çiqas bibe ceng, terîstan,
Ewe şemsê kurd, Kurdistan.
Herke vêse şemsê nedîr,
Bira pêşiyê bidim texdîr..."

Ji min pirsîn: "Çi hiz dikî
Li vê dinya kaw, nazikî?"
Min go: "Zerîa naz û bedew,
Kabirandîye min xewa şev
Ku bêy wê ya tune emir,
Ewe min ra çar û sebir,
Bêy wê tune kilam û saz,
Bêy wê tune, merem, miraz...
Kaw zerya min Kurdistan e,
Dilî bi wê baristan e...
Ez im Siyabend, Memê evîn,
Kaw Kurdistan Xecê û Zîn.
Ezê bidmê emrê xwe jî,
Ku Kurdistan tenê bijî,
Tenê bijî, bibe aza,
Bibe kana bext, miraza...
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.