✦
✒ ŞİİR

Ji Şerqê Ber Bi Xerbê Kêsekên Jiyanê Dilorînî

Ji Şerqê Ber Bi Xerbê Kêsekên Jiyanê Dilorînî

Rêdûr Dîjle · Şiir
"bo bavê min"

bêwestan baran dibare,
dibare dibare dibare…

kêliyekê tu qeyîka xwe berdidî bextê şetên wê
dilê te hêdîka dilnizmiya axê miz dide
li hemû sikakên vî bajarî
tu dilên di e’sra întîxarê de dibînî
di şevegîdeke adarî,
di gulleya ewilîn de dikenî,
gulekê berpêşî rabirdûya xwe dikî
ji şerqê ber bi xerbê kêsekên jiyanê dilorînî
tu hezê li jiyînê dikî nivişt
û dilnizmiya axê bo wan vedibêjî

bêwestan baran dibare,
dibare dibare dibare…

ramûsanên min radipelikin dêmên te
mirinê diguvêşin li newqa siratê
xameya xwe dispêrim Mîtrayê,
newayên şevê te distrên, û
li melodiyeke bêmîsal dipêçim rabirdûya te
û baraniyî te hemêz dikim îşev:

“baranê bibar bibar
çivîkan genimê te xwar”

28.03.2015/Bismil
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.