✦
✒ ŞİİR

Keça Min

Keça Min

Elî Kolo · Şiir
Derya dilê min bûye av û ar
Vîna dilê min bûye xwînek sar
Dê ezê çibkim bi vî çavê jar

Sema û dîlan tev de hete xwar
Keçka dilê min hatiye bê zar
Dibê rabe bes gura goştêm xwar

Ji lêvên min bir ew kesên wek mar
şêranî tev çû ji sîngê hat xwar
Nema bû kesek ji mir nebû yar

Mane çûbû hîn dema ez bûm jar
Wê çilo ev dil ji ter bibe yar
Dê ezê çibkim bi xortkî bê war.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.