✦
✒ ŞİİR

Ked(er)a Me

Ked(er)a Me

Yeqîn H. · Şiir
heyv li qelêç, bûye parzûn
şevbuhêrk diwerêvin ji xunavê keda me -kedera me
bêhneke sermed e çîroka mêwîjên çiyayî, kaliko
û “bext me her ho” hoho

hiş Dîno
wê gerdûn ji deng de bikeve ku bikêlimin kerbên dermale
fer nema dibe zo, ne jî dibe zê
x-axo, x-ax ezo
ezê ‘ez’ lê bûye ‘Wezo’
eyan e beyana me
me sêdar jiber kirin û Diyarbekir
me xerîbî jî kuta kir
lê hê duta ye peyv, di navbera lêv û lêlê de Dîno

û Dîno, hey nanê bêxwê
“Berrîka Mêrdînê berrîkî dûz e”
û pişta çiyayê Mazî hê jî xûz e, Dîniko

22 mijdar ‘01
mêrsîn
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.