✦
✒ ŞİİR

Kevnekevirê Bircan im Ez

Kevnekevirê Bircan im Ez

Bahadîn Robar · Şiir
Dilê daxdayî ji min bipirsin
Da “Edûl” û “Binefş”an bibêjim ez
Her bijan û guriya eşqa dilberê
Bi şev û rojan dilwêran im ez
Çavên evînwinda ji min bipirsin
da ez bibêjim kerb û kela dil
Çendî xwînbar diherike Robarê min
Hêlînxirab û hinavkebab im ez
Awirên heybetpiling ji min bipirsin
da ez şengşepalan ji dil bibêjim
Ey xweda kulbar û bargirê evînê me
Ma heta kengê diltalan im ez?
Li pey “Xanî” diherikim Robar im ez
Ji “Feqî” bipirsin guşeguşa çeman im ez
“Mela” şahid e, kevnekevirê bircan im ez
Nizanim ev çi evîn e, ji hinavan helandim ez
Ey îlahî te ez li zeviya evînê kar kirim
Ma “Herîrî” û “Ûryan” im ez?
Te ji dil û hinavan parçe parçe kirim
Qey te got xaka“Kurdistan” im ez?

*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 23, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.