✦
Rênas Jiyan
✒ ŞİİR

Koleksiyon 14

Koleksiyon 14

Rênas Jiyan · Şiir
koleksiyona 14`em, li hêviya tofanan
an jî li mahşerê, çele
ev çirûsk, ji vedana birûskên krizên velîstinên te
hatiye berhevkirin
di tahma bêhnê û di bêhna tahmê de ye

tu jî zanî
bê destê min ne li bejna genimekî;
û ne jî li guliyên şeveqeke hinekirî digere
tu jî zanî
bê hertişt delalî bûn
weke ew kcjhinarên derizî
lê; belê
xezeb xesandin
xew herimandin
lê; belê
betl kuştin
pêl betilandin
û rûxînerî melisandin

ji ber ku hew gemar mabû ew jî gemarî kirin
de nikil û lêpûşkên xwe mebred bike ey (ba)şoke!
va ye hat qiyameta tu li bendê
mirina wê mhê te rehet bikira
kêra wê bi zikê te re bizewiciya
va ye hat
deeeee!
ji te tê
xwe perçeperçe bike!
xwe bibirêje li ser sêlê!
bi donê dilê deiaiê...

Ji pirtûka Mexzena Xwînê
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.