✦
✒ ŞİİR

Kulîlkên Hinarên Dêrikê

Kulîlkên Hinarên Dêrikê

Roza Metîna · Şiir
bîranînên qêmîş nakim bînim ser zimanê xwe
bi pîvokên mizgîniya biharê bi xelat dikim
ji xofa ku diranên xwe dike paniya min, dûr
di xetên rûyê tenêtiyê de
pala xwe didim kevirekî
li ber siya kulîlkên hinarên Dêrikê
wê demê melayîket
bi fîkandina bextewariya di dil de dişitile
destên xwe li serê min datîne.


*Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 19
*Bi destûra helbestvanê ye.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.