✦
✒ ŞİİR

Kurdistan

Kurdistan

Mihemed Elî Şakir · Şiir
Kurdistan ger tû nebî
Jîn û jiyan bo çiye
Mal û zêrê vê dinê
Ew bo min tiştek niye

Xabûr û dicle û ferat
çem û rûbarê tene
Efrîn û hewlêr û wan
Neqş û nîgarê tene

Li ser perda dilê xwe
Min neqşê te lê kirî
Di nav herdû çavên xwe
Min cihê te çê kirî

Kurdistan ger tû nebî
Jîn û jiyan bo çiye
Mal û zêrê vê dinê
Ew bo min tiştek niye

Ala tey rengînî geş
Ji ferhenga qazîye
Serhildana gelê te
Ji cenga berzanîye

Kurdistan ger tû nebî
Jîn û jiyan bo çiye
Mal û zêrê vê dinê
Ew bo min tiştek niye

Kurdistan dar û devî
Deşt û mêrg û kanîye
Petrol û kan û zevî
Ji bo kurdan hêvîye

Kurdistan ger tû nebî
Jîn û jiyan bo çiye
Mal û zêrê vê dinê
Ew bo min tiştek niye

Hêlîna kewê gozel
Xezal û pez kovîye
Mîna dayk û bavê min
Ew ji bo min xwedîye

Kurdistan ger tû nebî
Jîn û jiyan bo çiye
Mal û zêrê vê dinê
Ew bo min tiştek niye

17-3-2009, Serê Kanîyê
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.