✦
✒ ŞİİR

Kuştin Bi Çi Tê Kuştin

Kuştin Bi Çi Tê Kuştin

Nûdem Hezex · Şiir
av bi çi tê şuştin
bi kîjan çeka xewê tê guvaştin
benîyê kenê lêvên te
ma gûhîjên Zinarexê ajdane
li şaxên çermê rûgermîyê
çawa dikare keviran nerm bike

ma rima agirê tenûrê pijandiye şûşa dilê te
ma rengên ava heft kanîyên newala tayê melîsîne
li spîka awirên te
ka b`bêje
keça vînê!
na na keça evînê
kulîlka ji xwînê: xwîna ji kulilkê

av bi çi tê şuştin li welatê te
kuştin bi çi tê kuştin !
kuştin bi çi tê kuştin !!
kuştin bi çi tê kuştin !!!!!!!!

Lîlîstan (Weşanxaneya sinirsiz 2016)
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.