✦
✒ ŞİİR

Lêgerîn Xaştire

Lêgerîn Xaştire

Axîn Welat · Şiir
Ger tu hat
û hindik hindik
Rûpel li ser masa min
Ji hev tirsîn
Ji hev qetîn
Kêmbûn…
Ê manî ji min revîn
û hemû helbestê min
Ji ber te rabûn
Zanibe hema hema
Dilê minî biçûk
Min têvedide
û berve te tê
Ger te dî çavê min li min digerin
û ez ji xa tirsîm
Zanibe
Ev cara yekêye …
Ez ditirsim
û divê tu vegerê ciyê
Tu jê hatî …
Ger tu careka din hat
û te dî ez digrîm
Zanibe
Ezê te ji ber xa veşêrim
û dîsa li te bigerim
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.