✦
✒ ŞİİR

Lo Heyra

Lo Heyra

Feratê Dengizî · Şiir
Lo heyra ka bise!
Bes loma bike
çi dihungiv û diesire
Di dil de
Va ye zilm dibare

Ka
Ka hişê hişyar î jîr
Barhilgirê têrqawet û têrzane

Lo heyra ka bise
Kê nefirot
Ax û rûmet bi geza nanî
Kê û ke xwe nefirot
Bûn neyarê şervanê/n azadiyê
û kê rizgar kir çend gir an çiyayê xîrêtê
Ax û ax belaser e yê/a ku d(n)izane

Lo heyra ka bise
Kî yê xwedîgotin û pariyên mezin
çi dike/in li welatên biyanî
Di koxa zilmê
Di pêxêla yarê
-Wele Kurdistana we yar û diravên kesk in-
Meyfiroşên şoreşê
Aqildarên giran
Bi serîlêgeriyayî
ne sîtehlikek in jî
û neyarên keda azadiyê
Tew bi ser de azadîxwaz û şoreşgerên mezin!
“Ez namirim bi vê derbê
Lê ez ê bimirim bi vê kerbê”
Ma ne zilm dibare

Lo heyra ka bise
Em dimirin
Em dadigirin girtîgehan
Em dibezin li çiyê
Hûn pesnê xwe didin! û
Hûn dibêjin Kurdistan!

Lo heyra ka bise
“Ê/A ku dizan e dizane
Ê/A ku nizane baqê nîskan e”

20.06.2012/Amed
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.