✦
✒ ŞİİR

Mîr Giriftaro

Mîr Giriftaro

Mihemed Şêxo · Şiir
Li çiyan bîranînek heye
Herdem tiliyên me dixwerîne...
Ji rû toza xewanan... diweşînim.
Bûme pêlek kevzê
çirîskan li ser hev datînim;
Min ranexistiye şeva bê deng
Gurzên pirsan
Bihane, şûr
Bihna xwe ji wan digre
û xwe ... vedide
Eger biryarên te mûm bin?
Berfa kirinê wê ête pişavtin
Tîpên me sazkirin
Hemberî çûnê.....vane
Vane sawîrên keyqubad......!
Li ber deryê mebestê kanî peyger..???
şevê salan vedidim
Di festîvala wî de:
Gewd bûne hempa ji hev re
Mêjî û pergal
Vajî hevin..
Bê durf û bihane
Alozî li me bûye mîr .....
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.