✦
✒ ŞİİR

Mûsim Feritî Genim Şewitî

Mûsim Feritî Genim Şewitî

Ejder Rûbarî · Şiir
Sala me bûrî du hezar û heşt
Mûsim feritî, firing nema li dest

Heyva deha hat, bi xêr û serbest
Ewra xwe karkir ser hev bûne rext

Baranek barî, milîm bîst û heft
Ejder Robarî dilê wî ev xwest

Heyva yazdeha vaye bi xêr hat
Min genim çandî, roja bîst û heşt

Bo bîst û nehê baranek barî
Ejder nivîsî milîm çil û heşt

Heyva dozdehê, ser çava werê
Hate bîra min, çîroka berê
Omîda min hat, wê baran werê

Du hezar û neh, heyva yekaye
Baran qut bûwe, hişk û ziwaye
Pale û cotkar, reng´ l wa nemaye
Dîsa tirsehan got erd ziwaye

Pale û cotkar yê ku erd çandî
Dîsa poşman bûn ku tov reşandî

Pêncî û yek rojî baran ji me qut bû
Heyva didiwa erda me şilbû

Ewrê nû hatin ketin ezmane
Rojek tavike çara barane
Adar xilas bû vaye nîsane
Bihar xemilî deşt û zozane
Geya seridî dara gul dane
Mûsim eminî genim girane
Xeberê bide gundî û cîrane
Ji şamê werin dêrik seyrane

Ji şamê werin cotkar û pala
şerm û kirête welat ma vala

Welat şirîne qet ji bîr nekin
Meyzê em kîne bi nav gelekin
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.