✦
✒ ŞİİR

Masîzîv

Masîzîv

Dîlber Hêma · Şiir
Ji dengê qaqlîbazan dibihîsim
Melayikên ji stêra rijyar pengizîn
Xwe di şîrê dayikê de dîtin

Hevşabûna Xwedayên abadîn
Diherikîn deryayên şîr
û li ser çermê masîziv hatibû neqişandin

Gustîla zîv
Bi destên xwe dadikim şîrê dayikê
û radipelikin gustîlê
Masîzîvên pevşa

Ji Kovara Kevan, Hjm. 5
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.