✦
✒ ŞİİR

Me Dî Neqsek

Me Dî Neqsek

Ehmedê Xanî · Şiir
Me dî neqsek ji neqsê Neqşebendan
Vebû qeydê di min yek yek ji zendan

Kuşada dil ji bo min ra muyesser
Ne bû bê suhbeta sûret lewendan

Li min kurt bû rîya Ke’ba wisalê
Bi nûra tel’eta bala bulendan

Rezîl û ser xwesim wellahî waiz
Li min zayî‘ meke wan we’z û pendan

Mesed hêvî heye dîsa ji seyyad
Me aza ke ji qeydê qeyd û bendan

Ji ahoyan, me hoyan xwestin emma
Dilê min ma di gel mişkîn kemendan

Dilê Xanî eger çi genc û xane
Belê qet kes ne got Xanî bi çendane
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.