✦
✒ ŞİİR

Mirin…!

Mirin…!

Serkeft Botan · Şiir
Hey:
Dayîkên aştîxwaz
Mirin pengizî ji goran
Werin secde bibin ji ehrîmanan re
û xwe tawanbar kin
Li zincîran xin malzarokên xwe
Bihoninjana ji porên termê demê
Giriyên xwe biçînin li reşikên çavên rojê
Di nava tilîkên xwe de bişkînin temberiya
Terlanan
û vedin goristanê dilê xwe
Guliyên xwe biqusînin bi ser kezebên xwe de
Hey:
Dayîkên Amed û Silêmanî
Bila sax bin pozqulingê sermiyanan
Bikolin bi xîreta pozê wan
Goristanan ji Amed hetanî Silêmanî
Bila mezintir mezin bin li gora erxa devê nokeran
û bi qasî temenê rojê dûdirej
Welatekî bêsermiyan diricifim ji tîna bê
Med-girî dayîka dîrokê
Ji hêstirên çavên te stêrk fedî dikin...
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.