✦
✒ ŞİİR

Moskva Hîv

Moskva Hîv

Sehîdê Îbo · Şiir
MOSKVA-HÎV

Bilêta xwe hilde, hevalo,
Roja îro em rêwîne,
Dewrana me wa hewale,
Qonaxa me îro hîve.

Hîv, ku qurne û zeman
Mîna bûka rûxêlî,
Wehîd li ezmîn dima,
Bûye mezîla rêwî.

Moskva-Hîv rya me,
Ne ecêv, ne dizî,
Ez ji gund hatime,
Diçim ser hîvê jî.

Bilêta xwe hilde hevalo,
Hîv merem, lê em rêwî,
Dewrana me wa hewale,
Hîv jî namîne cêwî.


Helbest: Sehîdê Îbo

Ji Kirîlî tîpguhêziya ji bo Latînî: Rêdûr Dîjle

*Zimanê resen yê helbestê esas hatiye girtin. Di warê rêziman û rastnivîsê de bi tu awayî mudaxileyî helbestê nehatiye kirin. Sehîdê Îbo Rizgoyan ev helbest di sala 1959`an de nivîsandiye û di pirtûka wî ya helbestan a bi navê "Sînem"ê de hatiye çapkirin. Sînem di 1975`an de li Yêrivanê hatiye çapkirin.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.