✦
✒ ŞİİR

Nameyek Ji Bo Qederê

Nameyek Ji Bo Qederê

Bêwar Ibrahîm · Şiir
Dixwazim
Bigrîm
Lê kaniyên hêsiran
Di hinavên sar de kûrin
Dernabin...

Dixwazim
Bangkim
Lê awazên rût
Li ser têlên deng
Lalin...
Koknabin...

Dixwazim
Bimrim
Lê qiralê mirinê
Kefen didize
û deriyên gorên reş
Li ber min
Venabnin...

Dixwazim
Bibim kewek
Bi qebqeb
Aza bifirim
Li deşt û çiyan
Lê ravên segvanan
Her vegirtîne
Zor û
Xerabin.

Dixwazim
Bibim dengê
Bêzaran
Lê xecerên sot
Li ser gerdena min
Nevyane
Ranabin

Dixwazim
Bibim qulingekî mişext
Lê qedera reş
Germiyan kir
Berf û
Zozan kir
Ar
çendî difirim
Esmanê bê stûn
Dibe gerînok
Hêviyên sêwî ji xew
Ranabin..

Dixwazim
Bibim pênûsek bê deng
Li nav tiliyên yar
Lê şermî û duduliyê
çav li me vekirin
Da em ji mestiyê
Rabin
Da em ji mestiyê
Rabin...
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.