✦
✒ ŞİİR

Nan

Nan

Gulîzer · Şiir
Gava tu bi ser evîna min de reş nedibûyî
û ecra tenêtiyê li min dibuhurî
Ez pê dihesiyam ku
Tu diçûyî
Wek keştiyên sînga bahrê diçirînin
û tu şop li pey xwe nahêlin

Li keviyan
Min ba dikir, li dû te
Xela ye tunebûna te
Hebûna te pariyeke nan
Ku carek din te bibînim
Ez ê sê caran maçî bikim bidim eniya xwe
Ku te nebînim
Ez ê dilê xwe
Ji xwe re bikim pariyeke nan
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.