✦
✒ ŞİİR

Navê Min

Navê Min

Seyfedînê Welekorî · Şiir
Navê min `Efrîn e!
xaka min pir qedîme,
dîroka min zêrîn e,
zimanê min nerm û şirîn e,
peyvên wî bi Kurdî ne,
çevên min zeytûnî ne,
kirasek li bejna min e,
ji xemja qîza belga hêşîn e.
Dilê min bi kul û kedere,
tev bi elem û birîn e,
neyarên min `ereb û `ecemin
ser kêşê wan roma xayîn e,
ne camêr ne jî mirovin,
tev weke hirç û hovan e,
çew te çew ta wane,
weke keftaran e,
Nizanin ewder axa Kurda ne,
hêlîna teyrê baze li bilindan e,
pir cangoriyû egîtan,
ji bo wî canê xwe dane,
sond be, em ji bo te,
can feda ne, can feda ne...?

03-07-2017, Stenbol
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.