✦
✒ ŞİİR

Neviyên Guhderz

Neviyên Guhderz

Dilawerê Zengî · Şiir
Ez kurê Guhderz û Restem, bo welat tim her bijî
Bi dijmin re dikim cengê,keça Kurd wek min tu jî

Da û daxwaza me ye yek,da em pêşve herin tev
îro dema xebat û kar, xwendewarên paqijî

Tim dixwazin serxwebûn em,niştiman pêşveçûn e
Sed wekî Hitler û Qeyser, û Tîmorleng nakujî

Ev miletê xwendekar her, bi dîrok û necatî
Rengê Leyla tu bimre keç, rewanpakan re bijî

Da ko em ser bi azadî, bes reswa û mest û dîl
Mê ji gerdûn re xuya kin, miletê Kurd tim dijî

Xort û keç tev de va hatin, nifşên nû jîn divê zor
Ger bimirin me serkewtin, ji bo welat xûn rijî

Mê ji nû welat ava kin, bê rex û sînor û bend
Kurdistanê tev bi yek in ala rengîn ser hejî.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.