✦
✒ ŞİİR

Nezanîn

Nezanîn

Evdirehîm Rehmî Hekarî · Şiir
Ey cehl û nezanîn, tu yî dijmin tu yî xaîn
Zulma te ye hêlan hemî bêsen’et û bêdîn

Qehra te ye wêrane kirî ah…wetenê min
Kîna te ye bêlane kirî cism û tenê min

Serwet te ji me îstandiye bêmal û dirav in
Em mayine belengaz û feqîr, xanebelav in

Derdê te ye ma’lûl kirî, em xwenezan in
Em kî ne? Kurê kê ne? Ma exsîr û gavan in?

Yan em jî xwedan şan û neseb, qewmê necîb in?
Behra me heye, em jî xwedan behr û nesîb in?

Dinya wekî çêkir Xwedê, behra me jî dabû
Lakîn ji nezanîn û cehl, kanê? Fîda bû
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.