✦
✒ ŞİİR

Parsek

Parsek

Can Bapîr · Şiir
şeva çûyî
hatim ber dergehê mala we
zivistan bû qamçiyên sermê
li laş xaç dirist dikirin.
Li rex pêpêlkan rûniştim.
Nizanim min xwe
bi sermê dipêça
lê bi çaverêya te?
Tu ji malê derketî
bi kirasê xweyî sipî
wekî heyv ji dîlbûna ewran
rêzgar bibe,
û bi ser min de xwar bû ye
Te nanek dirêjî min kir
ji te bê ku ez parsekim
te nizanîbû ku
ev zivistana deha ye
di herdu çavên te de
parsa evînê dikim
lê yarê…
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.