✦
✒ ŞİİR

Parsekê Kêlîyak Zeman

Parsekê Kêlîyak Zeman

Fewzî Bîlge · Şiir
Kê devê wan çirrçirrkinan gem kiriye
Ez ê xwe bikim rêya çiyayan
Ji berbangê ve ye li benda min jî ketine
Mirar bûye hertişt ji bilî baweriyan
Hema li hemanoka me tu nemaye ku yek min bixapîne
Û hîn bêriya lêdana dilên te dikim
Kuçe bi kuçe em bi parsa zemên ketine
Kenê te zemên radiwestîne dizanim
Min destên xwe li ber hemû werzan wergirtine
Jibo rojê, herroj çend jê amadeyî mirinê bûn
Xewnên min bi ramûsanên te şêrîn bûne
Bihar jî zû ve bihurîbûn
Ji dema ku tu nehatiye ve
Hîv di hembêza min deye.
* * * *
Biqasî ku stêrkek birije wext li min binihêre
Li hemberî rûyê te min qamet aniye
Çavên min bi awirên mê birîn bûne
Jiyan qul bi qul hîn ji te direve
* * * *
Awirên te morîka xewê ne
û
aciz bûye zeman çûye
piştî te
Êdî ax min radimûse.


*Ji pirtûka wî "Têbînîyên Bajarekî Wêran"
**Bi destûra helbestvanî ye
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.