✦
✒ ŞİİR

Payiz

Payiz

Şikoyê Hesen · Şiir
Refê qulinga jor bûne şirdan,
Goveka ezmîn çerx û fitil dan,
Şev û ro zor dan bask û qanata,
Birîn ezmanê êr û welata.
Serê çiya nixamt mij û dûmanê,
Sûriyê pêz-dêwêr kişiyan aranê.
Û war û zozan man xalî, melûl,
Wir ba û kundva nivatin zelûl.
Rextê sîng dara rijiyane erdê,
Belgê zer giriyan wek zarê bê dê...
Leylan ket deşta û berjêr bezî,
Ricafê girte darê rût tezî...
Keçel bûn mêşê por-gulî kurîşk,
Û şev bûne sal, ro bûne bawîşk.
Rojê geh diniya bê reng û rû dî,
Riya xwe lê guhast, dûrket, xeyîdî...
Hespê xwe syar bûn ba-bahozê dîn,
Şilî-şilope hatin gef û kîn...

Tilbîs
1968
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.