✦
✒ ŞİİR

Piliya Berfê a Ku Li Qeşayê Daniye

Piliya Berfê a Ku Li Qeşayê Daniye

Cîhan Roj · Şiir
min ji peyvekê bipekînin
piliyek berfê me
li ser qeşayê

ji qeşayê
diherikim avê
bila kelekên we hebin
ez misqalek av im

li deryayê vebin
av ji berfê hêniktir
ez misqalek im
hûn bi dilopan şad dibin

peyvekê bêjin
derbarê min de
nîvî jê,
kelam
nîvê din,
ji gulleyê siviktir

*Bi destûra helbestvanî ye.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.