✦
✒ ŞİİR

Qamişloka Min

✍ Xandî🌐 KU

Qamişloka Min

Xandî · Şiir
Dema ku perwana li dora kulîlkên te
şahiya xwe li dar dixistin
û çivîk difiriyan asîmanê te
Sirûda jiyanê dixwendin
Nizanîbûn ku dîrokê di nava rûpelên xwe de
bahozeke bi hêz veşartiye
û dengê dahola mirinê
Wê li serê kolanin stada te
Wê li dar keve
Hey Qamişloka min
û koçerê şoşen wê buhara te
Binpêl bikin
û meşka kîna xwe
Wê bikilên
û nîvişkê ji xwîna pakrewanên te
Ji serê kolanan
Wê bidin hev
Hey Qamişloka min
Qamişloka min tu jî mîna xuşka xwe Helebçê
Waneyên berxwedanê
Li ser rûpelên dîrokê tomar bike
û bimîne keleha peydariyê ….. Qamişloka min.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.